1. hunermendê ku vê strana ku helbesta melayê cizîrîye pir xweş stirye edî hewqas xweş tê strandin jê nemînin. videoya wî: gotinên wê di vê helbestêda li tevlîheve lê heye: Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn Vê firqetê ebter kirîn Feryad ji destê firqetê Jar û de'îf û zer kirîn Feryad ji destê firqetê Pir zer kirîn wek zêr-i mam çehvên di lutfê pîr-i mam Daim li rê çavnêr-i mam Feryad ji destê firqetê çavnêrê reftara te bûm Muştaqê gulzara te bûm Lew dûr ji dîdara te bûm Feryad ji destê firqetê Dûr bûm ji wê reft û çunê Wan 'işweyan guft û kenê Nayê bi çehvan min dinê Feryad ji destê firqetê Dinya bi min mij bû û xemam Xew jî li çehvanê min heram 'Umrek bi vî halê he mam Feryad ji destê firqetê Sa'et li min têk sal-i bûn Daim li ser dest fal-i bûn Herfên dihatin dal-i bûn Feryad ji destê firqetê îro tinê derhat elîf Me'ne diçû bejna şerîf Ya xare lê kemxe û qedîf Feryad ji destê firqetê Vê firqetê pir dil şewand Cerhên qedîm dîsa kewand şîşên di sor tê da tewand Feryad ji destê firqetê Daxên me dîsa reş kirin Yek yek ji nû ateş kirin Lê zêde penc û şeş kirin Feryad ji destê firqetê Sewda û sews û gêj kirim Pir her di dil xwînrêj kirim çendan we bûm lê hêj kirim Feryad ji destê firqetê Bi l-lah ji nale w zariyan Gezmên di wan xummariyan Xew nakirîn şevtariyan Feryad ji destê firqetê şev bû dinê çeşmê me da hetta beşîr mizgînî da Dê bê seher şahê geda Feryad ji destê firqetê Mizgîn ko da min ev qeder Rûhê şirîn min hate ser Xeylek li min ron bûn beşer Feryad ji destê firqetê Ron bû bi dîdara te dil Bû xerqê enwarê te dil Naret ji ferwarê te dil Feryad ji destê firqetê Minnet me dildarê xwe dî Dîsa ji nû yarê xwe dî Sultan û xundkarê xwe dî Feryad ji destê firqetê Reşkagulê sinbil çevîn Minnet me dîsa xem revîn Nû bûn li dil hubb û evîn Feryad ji destê firqetê Derdê xedar bêm firqet e Firqet ji can pir zehmet e Ya sehl ko 'aşiq rih dite Feryad ji destê firqetê Narê firaq û sohtinê Êşa xedengê nuhtinê Pirs kin ji 'uşşaqan tinê Feryad ji destê firqetê 'Aşiq ew in her dimirin çend yek di remzên dilber in Keybir li dil min bihtir in Feryad ji destê firqetê Ya reb bi dîdara xwe kî Min waşilê yarê xwe kî Bes şohtiyê narê xwe kî Feryad ji destê firqetê Me j’ dostê satek dûr nekî Perkende û mehcûr nekî Dîsa ji nû dil hûr nekî Feryad ji destê firqetê Xaka riya dilber Mela Bikşîn di çehvan wek cila Dîdarê qismet bû hela Feryad ji destê firqetê çavkanî: --ji asoya helbesta kurdî-- Here lînkê |
|
22.12.2015 12:37 |
shorbevan
|
2. straneka wî wekî dengê wî bedew hate kişfkirin berî herkesî ferhenga şikestî bira jê nemîne û ger pêkanbe di destade hebe gotinên wê jî xendekî binivîsîya ewê pir qenc bibûya.., sitrana wî bi navê çavên maxmûr neyê fehmkirin jî meriv li gorî xwe dikare bi wate bike.. * gelek hêjaye livir dikare were gohdarîkirin: |
|
21.01.2016 20:56 ~20:57 |
shorbevan
|
3. Hostayê coş û peroşê ye bêguman. ya didûyan jî "bayê nesîm" e vîdyoyê veke Ya sisêyan jî "saqî" ye ku hinek gotinê stranê raber û rapêşê we kem saqiya! wa badewe wa badewe! rû le lay min ke be camî badewe muşterî wek min le meyxanê kemin zorbeyan şad û be keyf û bêxem in mey helal e! bo minî wêranemal bo minî sergeşte û rût û recal bo minî babirdeley girdenişîn bo minî dil pir le nasor û birîn bo minî aware û dûre wetan bulbulî bêbeş le gulzar û çeman! ... vîdyoyê veke |
|
21.01.2016 22:10 ~22:13 |
ceso
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |